12 Adar 2017•Rojanekirin: 13 Adar 2017
ANKARA
"Xelatên Paytextê" ku Konfederasyona Paytext Enqere û Anadoluyê (BAŞKON) dide, hatin dayîn. Dayîna xelatan bi reya kesên ku beşdarî anketê dibin va tê kifşkirin.
Sernûçegihanê Ajansa Anadoluyê Ferhat Demircan xelata "Nûçegihanê Ajansa herî baş" hilda.
Merasima "Xelatên Paytextê" ji aliyê BAŞKONê va li Salona Civînê ya Odeya Bazirganiyê ya Enqereyê hat lidarxistin. Ji çar aliyê Tirkiyeyê endamên rêxistinên civata sivîl, nûnerên medyayê, karsaz û siyasetmedar beşdar bûn.
Serokê Giştî yê BAŞKONê Mehmet Akyol di merasimê da axivî û ragihand ku BAŞKON di teşwîqa "xwendin û xebatê" da pêşengtiyê dike.
Piştî axaftinan xelat hatin belakirin.
Parlementerê Enqereyê yê AK Partiyê Murat Alparslan wekî "Siyasetmedarê mêr ê herî baş" hat hilbijartin, ji ber alîkariya wî ya bona rêxistinên civaka sivîl xelat dan Şaredarê Yenîmahalleyê Fethî Yaşar.
- Xelat dan Ajansa Anadoluyê
Xelata "Peyamnerê Ajansê yê herî baş" dan Sernûçehinê Ajansa Anadoluyê Ferhat Demircan. Bêjerê TRTyê Zafer Kîraz wekî "Bêjerê Nûçeyan ê Herî Baş ê Paytextê", Bêjera Beyaz TVyê Ferda Yildirim wekî "Bêjera Nûçeyan a Herî Baş a Salê" hatin hilbijartin û herwiha xelata xwe wergirtin.
Kesên ku xelat standin, spasiya sazkarên bernameyê û dengdêran kirin.