08 Adar 2017•Rojanekirin: 08 Adar 2017
ANKARA
Çelikê Wezîrê YEyê û Sermizakerevan li ser qedexeya li Almanyayê ji bo civînên wezîrên tirk hat danîn sekinî, balkişand ku meqamên herêmî berpirsiyar nînin, berpirsiyarî ya hikûmetê ye û wiha got: "Qedexekirineke sîstematîk heye."
Wezîrê YEyê û Sermizakerevan Çelîk li ser bi destê Almanyayê astengkirina hevdîtina wezîrên Tirkiyeyê ya bi welatiyên Tirkiyeyê ra got, "Di navbera xwe û Tirkiyeyê da dîwarê Berlînê datînin. Lêbelê ev li vê derê namîne."
Wezîrê YEyê û Sermizakerevan Çelîk got ku di navbera Almanya û Tirkiyeyê de reqabetek heye û wiha got: "Divê vê reqabetê sînerjiyek derxistiba holê û hevkariya di navbera me de jî mezin kiriba û bi hev ra rêvebiriba. Lê Almanya vê bi vî awayî rêva nabe."