Haydar Şahin
13 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 14 Cotmeh 2017
ÎSTANBUL
Di çarçoveya lêpirsîna li ser Rêxistina Terorê ya Fetullahî/Rêxistina Dewleta Rexber (FETO/PDY) da ji bo derdestkirina 115 şikbaran li 15 bajaran operasyona ku navenda wê Stenbol e hat kirin.
Li gor agahiyên ku hatin sitandin, di çarçoveya lêpirsîna ku bi hincetên "rêvebertî û endamtiya FETO/PDYya rêxistina terorê", "mixalefeta li dijî Qanûna Pêşîlêbirîna Fînansa Terorê", "mixalefeta li dijî Qanûna Bacê", "sextekariya di belgeyên fermî da", "bi hestên dînî xapandina gel", "qanûnîkirina malên ku ji sûcan hatine bidestxistin", "mixalefeta li dijî Qanûna Komkirina Alîkariyê" tê meşandin da ji bo derdestkirina 115 kesan ferman hat derxistin.
Ekîbên Midûriyeta Şaxa Têkoşîna DIjî Sûcên Malî ya Midûriyeta Ewlekariya Stenbolê ji bo derdestkirina 115 şikbaran li 124 navnîşanên li 15 bajaran operasyona ku navenda wê Stenbol e dan destpêkirin.