Haydar Şahin
29 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 01 Tebax 2017
VAN
Qaymeqam û Wekîlê Şaredarê Çataxê Haci Asim Akgul û Midûrê Perwerdeya Neteweyî Kiyasettîn Kirekîn înşaeta dibistana ku tê çêkirin kontrol kirin.
Kirekîn der barê pirsgirêkên perwerdeyê da ji Midûrê Perwerdeya Neteweyî yê Navçeyê M. Salîh Taş agahî sitand.
Kirekîn diyar kir ku li navçeyê di qada perwerdeyê da verberhênanên mezin tên kirin, ji bo ku li hin ciyên Çataxê dibistana seretayî, dibistana navîn û lîse bên çêkirin dest bi îhaleyan kirin.
Kirekîn wiha axivî: "Em giringiyê didin Çataxê. Li hin taxan ji bo çêkirina xwendingehan erse tunebûn, xebatên çareserkirina erseyan hindik ma temam bin. Înşaellah am ê di demeke kin da îhaleya çêkirina xwendingehan bidin destpêkirin. Wek mayîn ji bo çêkirina mala mamosteyan a ku tê da 30 nivîn hebin jî xebatên me dewam dikin."
Akgul û Kirekîn paşê qursên tekvandoyê û deskariyê yên ku Midûriyeta Perwerdeya Gel û Çatax Belediye Spor didin, ziyaret kirin û bi qursiyeran ra axivîn.