Ekip
27 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 28 Berfanbar 2017
ŞANLIURFA
Şaredariya Xelfetiyê ku Wezareta Karên Navxweyî cigirê şaredar lê wezîfedar kir, di çarçoveya protokola bajarê destebirak da bi piştgirî û hevkariya Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê va xizmetên xwe zêde dike.
Komîteya Kordînasyonê ya Navneteweyî ya Cîttaslowê Xelfetî tevlî tora "bajarê sakin" kir û piştî wezîfedarkirina ku bi Biryarnameya Hukmê Qanûnê (BHQ) hat kirin, seferberiya xizmetê bê navber didome.
Di çarçoveya BHQê Qaymeqam Şeref Albayrak wek cîgirê şaredar li navçeyê hat wezîfedarkirin. Li navçeyê ji gîhandin û ragihandinê bigire heta paqijî, binesazî-sersazî û tûrîzmê gelek proje ji bo ku demildest werin çêkirin, xebat dimeşin.
Li Xelfetiyê bi teybetî ji bo meşandina xizmetan alîkarî û hevkariya bajarê destebirak Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê balê dikişîne.
Şaredariya navçeyê her tim ji tecrubeya personelên şaredariya paytext Enqereyê îstifade dike û bi piştgiriya wesayit û makîneyên kar va bi taybetî di mijarên tûrîzmê da potansiyela xwe hêzdar dike.
Qaymeqamê Xelfetiyê û Wekîlê Şaredar Şeref Albayrak daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku di çarçoveya protokola bajarê destebirak da bi Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê ra têkiliyên nêz datînin.
Albayrak got ku di mijarên wekî sererastkirina hawirdorê, binesaziya navçeyê û parastina berhemên dîrokî da bi şaredariya paytext ra xebatên hevpar didomînin, encamên hevkariyê jî hêdî hêdî derdikevin holê.
Albayrak got bawer dike ku bi piştgiriya Enqereyê va Xelfetî dê bigihîje asta ku heq dike û wiha pê da çû:
"Bi rastî şaredariya me ya destebirak piştgiriyeke mezin dide me. Di dema ku derbas bû da 5 kamyon ji me ra şandin. Vê yekê tevkariyeke mezin da me. Ji bo zarokan ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin ya Enqereyê hin melzemeyên leyîstînê hatin şandin. Bihayê wan nêzî milyonek lîre ye. Me niha parkên leyîstinê li hemû taxên xwe ava kirine."
Albayrak got ku binêsaziya navçeyê baş nîne û divê ew gadekê jî ji nû va bidin çêkirin. Albayrak got ku wan bi saya arîkariya şaredariyên din niha dest bi çêkirina 2 parkên din jî kiriye û wiha dewam kir:
"Bihayê van her du parkan nêzî 2 milyon lîre ye. Xelfetî ji bo turîzmê navendeke giring e. Şaredariya Bajarê Mezin ya Enqereyê heta niha bi tevahî bihayê 15 milyon lîre pere xerc kir. Ev wê ji bo turîzmê, çêkirina tesîsên sporê yên nû û pêşveçûna navçeya me bê xerckirin"