Nihat Kavşut
09 Adar 2017•Rojanekirin: 11 Adar 2017
GAZÎANTEP
Mehmet Gormezê Serokê Karên Diyanetê li Şahînbeya navçeya Gazîentabê di vekirina Mizgefta Şêx Şamil da xeberda.
Gormez di xeberdana xwe da destnîşan kir mizgeft nîşan û sembola serxwebûnê ne.
Mehmet Gormez ji bo qebûlkirina pêşnûmaya parlementoya Îsraîlê ya li Knessetê di nav hin saetan da azandayînê qedexe dike wiha xeberda: "Mixabin li Qudsê azan hat qedexekirin. Qedexekirina azanê li ser wê axê înkarkirina hebûna misilman û Îslamê ye. Quds piştî Mekke û Medineyê mabed û mekana herî mezin a misilmanan e. Qedexekirina li vê derê înkarkirina misilman û Îslamê ya li ser vê axê ye. Ev nayê qebûlkirin. Heger hûn li derekê azanê qedexe bikin, hemû bajar û gel wê bibin muezzîn û bi hev ra azan bidin. Bi vî awayî wê qedexeyê qebûl nekin."