20 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 20 Berfanbar 2016
DIYARBAKIR
Qedexeya derketina derva ya ku li 7 gundên Lice, Hanî û Kocakoya navçeyên Diyarbekirê hatibû îlankirin, rabû.
Li gor daxuyaniya ku ji walîtiyê hat dayîn, li gundên Guçlû û Gokçeya Licê, Kirim, Gomeç û Yayvana gundên Haniyê û Yazikoy û Şaklata gundên Kocakoyê bi mebesta nehiştina terorîstên PKKyî û tevkarên wan, jinavbirina sipartgeh, depo û kozikên balafirşikênan û desteserkirina alavê wan, operasyon hat kirin.
Herêmên ku operasyon lê hat kirin, ji bo ku zirar negihêje can û malê gel, 18ê berfanbarê saet 05.00î pê va derketina derva hatibû qedexekirin. Hat ragihandin ku ev qedexe ji saet 09.00î pê va hat rakirin.