ANKARA - Esra Altınmakas
Di bernameyê de pisporên CBSê yên ku pergala cografî dizanin û vê pergalê di sektora taybet û giştiyê de bi lez û bez bikar bînin, dê bên perwerdekirin. Bi bernameya bisertîfîka de 15 hezar ciwan dê di sektora taybet de bibin xwediyê kar.
Di perwedehiyê de der barê mijara teknolojiyên agahiya erdnîgariyê û pergalên rêvebiriyê de pisporên xwediyê stratejî û teknîkên wê, di mijaran de zû biryarê didin û pirsgirêkan çareser dikin, dê perwerde bibin.
Ji bo operatoriya CBSê kesên ku di bêşên tapû qadastro û nexşe û qadastroyê de herî kêm ji lîsansa pêş mezûn bûne, dikarin serî li bernameyê bidin.
Ji bo pisporiya CBSê jî kesên ji bêşên nexşe, jeolojî, jeofizîk, endezyariya avahiyê, plankirina bajaran, mîmariya peyzajê û erdnîgarîya lîsansê mezûn bûne, dikarin serî lê bidin.