Türkan Tosun
11 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 16 Berfanbar 2017
KARS
Li Qersê germahiya hewayê di bin sifirê da heta 19 pileyî kêm bû û qiraviyê xwe avête ser dar û nebatan.
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê ji ber sermayê welatî zehmetiyan dikişînin.
Li bajarê Qersê ya ku niha herêmê bajarê herî sar e, germahiya hewayê dakete 19 pileyî. Rêyan qeşa girt û serê sibê jî mij û dûman çêbû.
Şev ji ber ku zêde serma hebû paceyên wesayît û avahiyan û li ser dar û nebatan qiravî çêbû.
Qiraviya li ser darên der û dora Keleya Qersê, Mizgefta Kumbetê û Mizgefta Ewliyayê dîmenên xweş derxistin holê.