İbrahim Atmaca
11 Sibat 2018•Rojanekirin: 12 Sibat 2018
KARS
Li Sarikamîşa navçeya Qersê roviya ku birçî maye, peyê mişkên binê berfê ketiye.
Li navçeya Sarikamîşê demek berê berf barî û rû û berê zeviyan bi temamî hat girtin. Ji ber ku berfê rûyê zeviyan girt, heywanên kovî jî di dîtifna xwarinê da tengasiyê dikşînin.
Li navçeyê qalindahiya berfê 20 santêm, germa hewayê jî di bin sifrê da heta 12 pileyan dikeve. Roviyên birçî di van şert û mercên hewayê da peyê mişkan ketine.
Li navçeyê roviyekî mişkên binê berfê şopand û 30 saniyeyî qet nelipitî û mişk teqîb kir û paşê ji bo ku mişkê derxe nêzî mêtreyekî hilpekiya û serê xwe kir bin berfê.
Rovî bi vî şiklî mişk girtin û nêçîra rovî bala merivên der û dorê jî kişand.