26 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 27 Berfanbar 2016
KARS
Li Sariqamişa navçeya Qersê 250 çiyager hatin bal hev û di çarçoveya çalakiyên bibîranîna salvegera 102yemîn a Harekata Sariqamişê da bi Çiyayê Allahuekberê va hilkişiyan. Çiya 3 hezar û 180 mêtre bilind e.
Federasyona Çiyageriyê ya Tirkiyeyê çalakî organîze kir û bi îsal va cara 18emîn e ku çiyager hildikişin ser çiyayê Allahuekberê.
Çiyageran li ser çiyê li ber bîrdariya Leşkerên Meçhûl merasim li dar xist. Piştî rêzgirtinê Sirûda Îstiqlalê xwendin û ji bo şehîdan dia kirin.
Serokê federasyonê Doç. Dr. Ersan Başar daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku germa hewayê carinan dikete bin sifrê 32 pileyan û wan tengasî kişand.
Başar destnîşan kir ku îcar bona çiyageran pir watedar e û wiha xeberda:
"Me şeva xwe di hundirê konê da, ku me li qada kampê ya li 2 hezar û 620 mêtro bilindahî vegirtibûn, derbas kir. Sibetirê em di saet 07.00an da hilkişiyan û di saet 10.00an da em gihîştin serî. Li vir me li ber Abîdeya Leşkerê Meçhûl rêzgirtin kir, Sirûda Rizgariyê xwend û paşê em berjêr bûn. Em vegeriyan kampê, me şeva xwe lê derbas kir. Dû ra em hatin gundê Sarigunê yê navçeya Selîmê û hilkişîna me ya çiya bi vî awayî bidawî bû. Bi vê hilkişînê me şehîdên Sariqamişê û hemû şehîdên me bibîr anîn. Ez spasiya hemû werzişvanên ku beşdarî vê çalakiyê bûn dikim."
Başar herwiha spasiya Walîtiya Qersê, Qaymeqamtiya Sariqamişê, Şaredariya Sariqamişê, Midûriyeta Navçeyê ya Werziş û Xizmetên Ciwanan û hemû dezgehên ewlekariyê kir ku alîkarî dan wan.