Türkan Tosun
29 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 30 Cotmeh 2018
ANKARA
Salvegera 95emîn ya avakirina Komara Tirkiyeyê li giştiyê welêt, Qibrisê û nunertiyên dervayî welêt bi merasiman hat pîrozkirin.
Li Kapadokyaya ku yek ji navenda turîzmê ye turîst pifikên hewayê yên ji ber Cejna Komarê ya 29ê Cotmehê hatine amadekirin, siwar bûn.
Pifikên alayên Tirkiyeyê pê va hatine daliqandin firiyan ku turîst ji esman bajar temaşe bikin.
Ev pifik li bajaroka Goremeyê beriya tav derkeve hatin amadekirin, alayên Tirkiyeyê pê va hatin girêdan.
Turîst li van pifikan sîwar bûn û qasî saetekê li esman turek avêtin.