ANKARA
Ji bo Salvegera 90emîn ya damezrandina Komara Tirkiyeyê li giştiyê welêt, Kibrisa Bakur û nûnertiyên Tirkiyeyê yên derve merasîm dê bên kirin.
Serokkomar Abdullah Gul dê beşdarî merasîma li Anitkabîrê bibe û li Qesra Çankayayê dê pîrozbahiyan qebûl bike.
Serokkomar Gul li Navenda Çandê ya Ataturk dê beşdarî merasîmê bibe û li Qesra Çankayayê jî dê resepsiyonê bide.
Serokê Meclîsê Cemil Çiçek û Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan, Serokê giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu, Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî û hin wezîr jî dê beşdarî merasîman bibin.