30 Gulan 2016•Rojanekirin: 01 Hezîran 2016
ANKARA
Motosîkletvanê Tirk Kenan Sofuoglu di Şampîyoniya Supersportê ya Dinyayê ya ku li Brîtanyayê çêbû de, di pêşbirka 7emîn a sezonê de bû yekemîn.
Pêşbirka ku li Leîcestershîra herêma Îngîltereyê li ser 20 tûran hat lidarxistin.
Sofuogluyê 31 salî bi motosîkleta Kawasakî ve di pêşpirkê de bû yekemîn û puanê xwe derxiste 121an.
Sofuoglu di vê sezonê de bû sêyemîn û di supersportê de cara 35emîn serkeftî bû.
Patrîck Jacobsen sanîyek û nîv piştî Sofuoglu bû duyemîn, Randy Krummenacher jî bû sêyemîn.
Pêşbirka 8emîn a Şampîyoniya Supersportê ya Dinyayê wê 19ê hezîranê de li Îtalyayê Pîsta Mîsanoyê bê lidarxistin.