Abdullah Tel
21 Hezîran 2018•Rojanekirin: 21 Hezîran 2018
KAHRAMANMARAŞ
Serokomar Erdogan: "Di rojên dawîn da hûn hay ji tiştên ku der barê Muharrem Beg da derdikevin hene ne wilo? Wan tiştên ji ser medyaya civakî tên parvekirin dibînin ne wisa? Bi vana ra her fêl heye. Mêrik dersxane vekiriye û sîgorteya xebatkarê wê derê nedaye. Ez hêj çi bibêjim, mirov vî welatî teslîmî van mêrikan dike? Ji ber vê jî ji vana ra şîqameke Osmanî hewce dike."
Erdogan: "Hin komên medyaya sextekar dixwazin nexweşxaneyên me yên bajêr qirêj bikin. Hêza we têra vê nake. Hûn ê bi sextekariya xwe bimînin."
Erdogan: "Wek AK Partî di nav 16 salan da me tenê welatê xwe pêşva nebir, di heman demê da me dijî hişmendiya genî şer kir. Li welatê me kalîteya siyasetê jî pêşva çû."
Erdogan: "Muharrem Beg tu niha eşkere bike, heger tu di sandoqê da nebî yekemîn tu yê dev ji siyasetê berdî? Jixwe Kemal Beg ji bona ku ji te xilas bibe wek namzed nîşan da. Tu hê jî vê fehm nakî?"
Erdogan: "Siyaset karê dil, evîn, hezkirin û eşqê ye. Siyaset wezîfeyeke ku divê li gor hin prensîb, nirx, rê û rêzikan bê kirin e. Siyaseta ku ehlaqê wê, nirxên wê û sekneke wê tunebe ne bi kêrî welêt û ne jî bi kêrî miletê tê. Siyaseteke ku mîna pelê darê li gor bayê ji xwe ra rê kifş bike di dawiyê da wê bibe sergoyê bê hêman."
Erdogan bo operasyonên li Qendîlê got ku me di operasyona duyemîn da serkirdeyên wan di civînê da qefaltin û me 35 kesên girîng li wir berteref kirin.
Erdogan: "(Muharrem Înce) Tu yê cî bidî şaxa siyasî ya rêxistina terorê ku bi wan ra bazara rayan dikî û bi wan ra mitîng çêdikî û bi vî awayî mijara terorê çareser bikî."
Erdogan: "Ez bangî kesên ku dil dane CHP, Partiya Saadetê, Partiya ÎYÎ û HDPyê dikim; raya xwe bidin yekîtî, hevkarî û xwîşk û biratiya vî welatî."
Erdogan: "Di 16 saetan da me ew derbeya berteref kir. Kemal Beg di te da bi qasî zereyê wêrekî hebûya tu yê jî bihatayî wê derê (Balafirgeha Ataturk)."
Erdogan: "Dibêje ez ê wê xanimê û Temel Efendî ji xwe ra bikim alîkar. Were bertîlê hilde."
Erdogan: "Muharrem Beg newêribû bersiva pirsên ku me jê kir bide. Ez niha li Qehremanmaraşê careke din ji Muharrem Beg dipirsim; heta îro qet der barê rêxistina terorê ya cudaxwaz da derket û qet dijî wan tiştekî maqûl got. Dema mijar teror be yan xwe li nezaniyê datîne yan jî bi devê rêxistinê xeberdide. Em him bi mînakan nîşan didin ku çawa pişta terorê dişkênin û him jî ji Qendîlê bigire heta Efrînê, ji Qatoyê bigire heta Cerablûsê li meydanê bi xwe nîşan didin."
Erdogan: "Şeqşeqçiyên derbê, ji tankan revîn û ji rêxistina cihêkar ra şirînî kirin, ji FETOyiyan ra 40 teqle avêtin û nikarin bibin merivê dewletê."
Erdogan: "Xuşk û birayên min ên li dervayê welêt maşallah ya dikete ser milên xwe kirin. Ligel ewqasî asteng, tehdîd û zextê çûn dengê xwe dan. Hemd ji Xwedê ra îsal beşdarbûna li dervayê welêt gihîşt rekorê."
Erdogan: "Hûnê di pênc salên pêş me da Erdoganekî ku ji bo gelê xwe welatê xwe zêdetir xizmetê bike hewl dide û dixebite, bibînin. Hûnê di pênc salên pêş me da Erdoganekî ku zêdetir ji bo yekîtî, bihevratî û xwîşk û biratiyê hewl dide bibînin."
Erdogan: "Heramzadeyên dest dirêjî heqê kedkaran dikin, dewletê daynin aliyekî nabe dikanekê jî emanetî wan bikin."