23 Îlon 2016•Rojanekirin: 24 Îlon 2016
SÎÎRT
Serokê Baroya Sêrtê Cemal Acarê ku di çarçoveya hewla derbeyê ya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) da hatibû binçavkirin hat girtin.
Ekîbên Şaxa Têkoşîna Dijî Sûcên Organîze û Qaçaxçîtiyê ya Midûriyeta Ewlekariya Bajêr di çarçoveya lêpirsîna li ser FETOyê da operasyon biribûn ser şaxên Edliyeya Sêrtê û Girtîgeha Tîpa Eyê û di operasyonê da Serokê Baroya Sêrtê Cemal Acar binçav kiribûn. Piştî karûbarên li ewlekariyê Acar sewqî dadgehê kirin.
Acar piştî îfadedayîna li dozgeriyê derxistin mehkemeyê û der heqê wî da biryara girtinê hat dayîn.
Hat ragihandin ku Acar "ByLock"a bernameya bikirîpto bi kar aniye.