Nihat Kavşut
10 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 10 Tîrmeh 2018
ANKARA
Wezîrê Edaletê Gul: "Di vê heyamê da wekî hikûmet em ê edaleteke ewle ava bikin. Wê helwesta me ya sereke ev be."
Wezîrê Edaletê Gul: "Welatiyên me yên li Kordona Îzmirê, xwîşk û birayên me yên li Sûra Diyarbekirê, welatiyên me yên li Samsunê û xwîşk û birayên me yên li Antalyayê jî wê hesta vê edaletê hîs bike. Em hewl didin hesteke wisa peyda bikin ku her kes bibêje 'Li Tirkiyeyê edaleteke ewle heye.'"
Wezîrê Edaletê Gul: "Di nav pergalê da mekanîzmayên wisa hene kesên ji bo xizmeta gel dibin asteng berteref dikin û pergalê ji giraniyê xilas dikin."