13 Nîsan 2017•Rojanekirin: 13 Nîsan 2017
DIYARBAKIR
Welatiyên diyarbekirî ji ber êrîşa ku li Baglara qewimîbû û 3 şehîd bûbûn bertek nîşanî rêxistina terorê da.
Li Diyarbekirê piştî êrîşa terorê xebatên tespîta xesarê dest pê kir. Welatiyên diyarbekirî jî ji ber êrîşê terorê gelekî bi hêrs û xemgîn in.
- 'Em terorê şermezar dikin'
Ji welatiyan Faysal Bal daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ew êrîşê şermezar dikin. Bal got ku ew dibêjin 'êdî bes e' û wiha axivî: "Em terorê şermezar dikin û em dibêjin êdî bes e. Welatê me û tu bajêr ne layiqê van êrîşan e. Êdî bi sebra miletê neleyîzin. Lazim e hemû kes jî bertek nîşanî vê êrîşê bide. Ji ber vê êrîşê ez jî niha xaniyekê kîrê digerim. Diyarbekir bajarekî gelekî xweş e. Em li hêviya turîstan bûn. Ev bûyer çêbû. Mixabin. Em hemû welatiyên vê dewletê ne. Xwedê ji dewleta me razî be."
Mehmet Saît Okay jî got ku ev êrîş zirarê didin milet. Okay got ku berê vê êrîşê jî mala wî dîsa zirar dîtibû û wiha dewam kir:"Berê vê êrîşê di êrîşeke din de xaniyên min zirar dîtibû. Me temîr kir û vê dorê ev êrîş çêbû. Xaniyê min dîsa zirar dît. Em niha gelekî mexdur in. Em ji bo bûyer û êrîş çênebin herdem dia dikin."