13 Nîsan 2017•Rojanekirin: 13 Nîsan 2017
DIYARBAKIR
Ji ber operasyona dijî rêxistina terorê PKKê li 14 taxên çolterê yên girêdayî navçeyên Lice, Kocakoy û Hezroyê derketina derve hat qedexekirin.
Li gorî daxuyaniya ji Walitiyê hat kirin, ji bo li herêmê peşiya çalakiyên rêxistina terorê PKKê ku di nav da rêvebirên payebilind jî hene bê girtin, qadên baregeh, stargeh, depo û mewzî û balafirşikên bên îmhekirin û amûrên wan bên girtin, dê operasyon bê lidarxistin.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku ji bo welatî ji operasyonan zirarê nebînin dê li gorî xalên qanûna îdareya bajêr, li taxên Ûçari, Ziyaret, Esenler, Kayacik, Ortaç, Yalaza, Baglan, Çavûndûr û Dolûnaya navçeya Liceyê, li taxên Boyûnlû û Gozebaşiya navçeya Kocakoyê, li taxên Sarierîk, Meşebaglari û Çitlibahçeya navçeya Hezroyê îro ji saet 06.00an pê ve heta fermana duyemîn derketina derve hat qedexekirin.