06 Nîsan 2017•Rojanekirin: 06 Nîsan 2017
ERZURUM
Li Qereyaziya navçeya Erziromê otomobîla eşkere bû ku mensûbên rêxistina terorê PKK/KCKyê di êrîşa çekdarî ya dijî polêsan a li cihekî sepanê da emilandin, çalkirî hat bidestxistin.
Ekîbên Şaxa Dijî Terorê ya Midûriyeta Ewlekariyê, xebatên xwe yên deşîfrekirina fealiyetên rêxistina terorê PKK/KCKyê bênavber didomînin.

Otomobîla ku plaqeya wê 25 HF 837 e û hat tespîtkin ku di êrîşa dijî polêsên li cihê sepanê ya li navçeya Qereyaziyê da hat emilandin, ekîb pê hisiyan ku li rasta goma Ebdoaxa hatiye çalkirin.
Ekîban li ciyê bûyerê lêkolîn kir û rastî otomobîla ku di binê axê da bi naylonê hatibû pêçan û ser wê jî bi texteyan hatibû girtin, hat dîtin.
Hat ragihandin ku ekîban wesayît ji binê axê derxist û ji bo lêkolînê birin midûriyeta ewlekariya navçeyê.
Ekîbên ku lêpirsînê dimeşînin, berşikek binçav kir.