05 Hezîran 2018•Rojanekirin: 06 Hezîran 2018
ANKARA
YPG/PKKya rêxistina terorê ya bakurê Sûriyeyê dagir kiriye her çiqas îdia bike ku ji Minbicê vekişiye jî li navçe û çolterên wê hebûna xwe didomîne.
Li gor agahiyên ku nûçegihanên AAyê ji çavkaniyên herêmî hildan mensûbên YPG/PKKyê hê jî li navenda navçeya Minbicê û çolterên wê derneketine.
Rêxistina ku hebûna xwe li navendê vedişêre ji bakurê navçeyê va ber bi keviya Çemê Feratê, ji rojava va jî ber bi bajaroka Eyn Dadatê û ji wir jî ber bi rojhilatê navçeya Babê va belav bûye.
Hêzên çekdarî yên girêdayî konseya Eskerî ya Minbica qaşo girêdayî YPG/PKKê ye hê jî li navend û derdora bajêr in.
Wezîrê Karên Derva yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu piştî hevdîtinên li ser Minbicê ku bi rayedarên Amerîkayî ra kir daxuyanî da û got ku li gor nexşerêyê di gava ewil da YPG/PKKyî wê ji navneda Minbicê vekişe û çek ji wan bên sitendin û di nav 6 mehan da jî wê li Minbicê îstiqrar pêk bê.
AAyê di nûçeya xwe ya ku 30yê gulanê weşandibû da ragihandibû ku serkêşên rêxistinê ji Minbicê reviyane û yên mayî jî li Minbicê mane.