28 Nîsan 2016•Rojanekirin: 28 Nîsan 2016
MADRÎD
Di Lîga Şampiyonên UEFAyê pêşbirka ewil a nîvefînalê da tîma Atletîco Madrîdê ya Îspanyayê Bayern Munîha Almanyayê 1 û 0 têk bir.
Di pêşbirkê da gola Atletîco Madrîdê Saul avêt.
Di Lîga Şampiyonên UEFAyê da ji bo ku tîma fînalê kifş bibe, Bayern Munîh û Atletîco Madrîd wê vê carê jî pêşbirka rovanşê bilîzin.
Pêşbirk wê di 3yê gulanê roja sêşemê li Allianz Arenayê were lîstin.