Di hefteya 22yan a La Lîgayê (Lîga Fitbolê ya 1emîn a Spanyayê) de di derbiya Madrîdê de, Atletîco Madrîdê, Real Madrîd 4 û 0 têk bir û 3 pûanan hilda.
Gola ewil a pêşbirkê di deqîqeya 7an de Tîago avêt û Atletîco Madrîd 1 û 0 bi pêş ket û piştî vê golê Atletîco Madrîd zêdetir bi ser reqîbê xwe de çû û gola 2yemîn jî di deqîqeya 17mîn de Saûl Nigûez avêt û skor bû 2 û 0.
Nîva ewil a pêşbirkê bi 2 û 0 a serkeftina Atletîco Madrîdê qediya û di deqîqeya 66emîn a pêşbirkê de Antoîne Grîezmann skor kir 3 û 0.
Mandzûkîcê Atletîco Madrîdî jî gola herî dawîn a pêşbirkê di deqîqeya 89emîn de avêt û pêşbirk 4 û 0 bi serkeftina Atletîco Madrîdê bi dawî bû.
Bi encama pêşbirkê ve pûanê Real Madrîdê bi 54an ve dîsa jî wek pêşengê lîgê ma û Atletîco Madrîdê pûanê xwe derxist 50yî û di rêza sêyemîn de bi cih bû.