19 Mijdar 2015•Rojanekirin: 20 Mijdar 2015
BATMAN
Gulaşvanê milî yê kerr Sînan Sadak ê ku li taxa Nûrê ya Cizîra navçeya Şirnaxê ya ku bi bûyerên terorê ve di van demên dawiyê de tê rojevê, mezin bûye û aniha jî di Klûba Batman Petrolsoprê de sporê dewam dike, bereksê terorê bû şampiyonê dinya û Ewropayê û herwisa bi vê serkeftina xwe va bû rûmeta Tirkiyeyê.
Sadakê 19 salî yê ku li Cizîrê wekî zarokekî malbateke 8 neferî hat dinyayê, di gulaşa ku 7 sal berê dest pê kiribû da digel emrê xwe yê ciwan serkeftinên mezin bi dest xist.
Sadakê ku 4 caran bû şampiyonê Tirkiyeyê, 3 sal berê di Şampiyonaya Gulaşê ya Kerran a Dinyayê de bû sêyemîn, par li Erîvanê bû şampiyonê dinyayê û îsal jî di cotmehê da di Şampiyonaya Gulaşê ya Kerran a Dinyayê ya li Tiflîsa Gurcistanê da di kategoriya ciwanan da di 60 kîloyî da bû yekemîn.
Sadak digel teror û zehmetiyan alaya Tirkiyê di misabeqayên navneteweyî da bilind kir.
- "Heger derfet hebe ji başûrê rojhilat dê gelek şampiyon derkevin"
Sadak di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê de diyar kir ku piştî Klûba Kizilcahamamê wî 3 sal berê formaya Batman Petrolsporê li xwe kir û wiha dewam kir, "Em xebitîn, me dia kir û hewl da. Me gelek serkeftinên mezin bi dest xist. Kesên ku dibihîsin ez li Cizîrê mezin bûme û min ev serkeftin bi dest xistine, şaş û metel dimînin. Heger derfet hebe ji başûrê rojhilat dê gelek şampiyon derkevin. Heger em bixwazin ku em ji Cizîr, Şirnex, Hekarî, Wan û Mûşê serkeftinan bi dest bixin divê em alîkariyê bidin zarok û ciwanên li wê derê."
Sadak destnîşan kir ku di şampiyonayê de tirk, kurd, laz, elewî û çerkes jî hebûn û wiha got, "Em bi van cudahî û dewlemendiyan dibin şampiyon."
- "Tenê em hizûr û aşitiyê dixwazin"
Sadak bal kişand ku herêm mîna cinetê ye, lê bûyerên ku diqewimin nayên qebûlkirin û ew wekî "lîstik"ekî dinirxîne.
Sadak gotinên xwe wiha kuta kir, "Armanca min ew e ku di Olîmpiyata Kerran a ku dê di 2017an da li Samsûnê were kirin da madalyona zêrîn bi dest bixim."