Türkan Tosun
14 Nîsan 2019•Rojanekirin: 16 Nîsan 2019
Li Navenda Şiqitandinê ya Cibiltepeyê ya li Qersê ya ku li Tirkiyeyê di nav wan navendên turîzmê yên zivistanê da yek ji herî navdar e heyama 2018-2019an a şiqitandinê qediya.
Di roja dawîn a heyama şiqitandinê da welatî bi zarokên xwe ra hatin navendê û xwe şiqitandin.
Rahênerê şiqitandinê Murat Cumşît ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand li Tirkiyeyê kêfa şiqitandinê ya herî dirêj li Navenda Şiqitandinê ya Cibiltepeyê bê pirsgirêk xelas bûye û ev heyam jî dawî bûye.
Cumşît got li gor salên çûyî ev heyam gelekî baş derbas bûye û wiha dewam kir: "Îro pê va me heyama şiqitandinê qedand. Bê qeza û bê bela me hewl da em xizmetê bidin turîstên herêmî û biyanî, heyama me jî pir baş derbas bû. Înşallah sala bê em bendê ne ku dîsa her kes bê vê derê."
Zafer Kuçuksoyê ji Erzincanê hatiye jî got ew di nav salê de 7-8 caran tê navendê ku xwe bişiqitîne û sala bê jî ewê dîsa were.