Mutlu Demirtaştan
10 Hezîran 2023•Rojanekirin: 11 Hezîran 2023
Şampiyonê heyama 2022-2023yan ya Lîga Şampiyonan a UEFAyê îşev wê li Stenbolê bi pêşbirka Manchester City ya tîma Îngiltereyê û Intera tîma Îtalyayê diyar bibe.
Pêşbirka fînalê îşev di saet 22.00an da li Stada Ataturk Olîmpiyatê wê bê kirin.
Hakemê Polonyayî Szymon Marciniak wê pêşbirkê birêva bibe û Pawel Sokolnicki û Tomasz Listkiewicz jî wê alîkarê wî bikin. Wek hakemê alîkar ê vîdeoyê jî Tomasz Kwiatowski wê wezîfedar be. Hakemê çaremîn jî Istvan Kovacs e.
Pêşbirk dê li ser TV8 û EXXENê bê weşandin.
Di heman organîzasyonê da Manchester City dixwaze ku cara ewil bibe şampiyon û Inter jî dixwaze ku cara çaremîn heman kupayê bibe mala xwe.