Trabzonspor û Galatasaray wê bên pêşberî hev

Trabzon
TRABZON (AA) - Trabzonspor di hefteya 16emîn a Lîga Super a Trendyolê da sibê wê bibe mêvanê Galatasarayê.
Pêşbirk wê di saet 21.00î da li RAMS Parkê dest pê bike.
Hakem Kadîr Saglam wê pêşbirkê bi rê va bibe.
Tîma Trabzonsporê ya ku di 6 pêşbirkên dawîn ên lîgê da carekî bi ser ket, carekî beranberî hev ma û 4 caran jî têk çû wê sibê li hemberî Galatasarayê hewl bide ku bi ser bikeve.
Di hefteya 15emîn a lîgê da Trabzonsporê bi 3 serkeftin, 7 beranberî û 4 têkçûnan va 16 puan bi dest xist û dixwaze asta jêrîn ji dûr bikeve.
Futbolîstên Trabzonsporê Stefan Savîc, Okay Yokuşlu, Serkan Asan, Arîf Bolluk û Huseyîn Turkmen wê nikaribin di tîmê da bilîzin, rewşa Serdar Saatçî û Batagov jî piştî kontrolên dawî wê diyar bibe.
Di tîmê da Umut Bozok, Mîslav Orsîc, Enîs Bardhî û Stefano Denswîl jî ji komê hatibûn derxistin.