28 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 02 Sibat 2016
BÎTLÎS
Hasan Erîbolê ku li Norşîna navçeya Bitlîsê dijî û 3 salî ye, nexweşiya hîdrosefalî pê ra heye. Erîbol heta niha 21 caran ji mêjiyê xwe, 2 caran jî ji fitiqê emeliyet bû.
Malbata Erîbola li taxa Barajyoluyê dijî. Diya Erîbol 3 sal berê beriya wedê xwe raza û cêwî anî dinê. Ji cêwiyan yek ji ber tumora qelb mir. Ji cêwiyan Hasan jî xêr ji xwe nedît û li ser mêjiyê wî av top bû û fitiq çêbû. Hesen ji ber vê 23 caran emeliyet bû.
3 sal in di binê postê serê wî ra şant avêtine serê wî û di pozê wî ra nazogastrik sonda (NGS) dirêjî mîda wî kirine û Hesen wisa li ber xwe dide û dijî.
Bavê wî yê Mehmet Şîrîn Erîbol jî lal e. Erîbol daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku jina wî 3 sal berê li Elezîzê ji wext zûtir raza û cêwî anî dinê.
Erîbol got ku zarokekî wî piştî ku bû, aciz bû û di qelbê wî da tumor hat tesbîtkirin. Piştî ku hat emeletkirin jî mir. Erîbol wiha dewam kir:
"Li ser mêjiyê wî zarokê min jî av top dibe. Ji ber vê 21 caran ji mêjiyê xwe emeliyet bû. Pişt re 2 caran jî ji ber fitiqê emelet bû. Ev emeliyet hemû di nav 3 salan da çêbûn. Ji bo ku li ser mêjiyê wî av top nebe, anîne boriyeke zirav, dirêj, elastîk, silîkon ku jê ra şant dibêjin; bin postê serê wî ra dirêjî ser mêjî kirine. Bi vî awayî ava li ser mêjiyê wî tê hildan. Lê dema ku şant dixitime, ava li ser mêjiyê wî zêde dibe. Ji bo ku ev av were hildan dîsa tê emeliyetkirin û şanteke nû diavêjin serê wî. Heke ava li ser mêjiyê wî neyê hildan, rîsk e ku serê wî mezin bibe û xwîn biçe ser mêjiyê wî. Heke xwîn here ser mêjî, dibe ku bimire. Em xwarin û vexwarina wî jî bi NGSê didinê."
Erîbol ragihand, ji ber ku rewşa wî ya aborî ne baş e, ji bo tedawiya kurê xwe nikare ji dervayî welêt dermanan bide anîn. Erîbol got ku 4 zarokên wî yên din jî dixwînin, lê zehmetiyê dikşînin.
Erîbol got: "Ez bê kar im, rewşa min a aborî jî xerab e. Ji bo ku kurê min tedawî bibe û ji min ra karek were dîtin, em li benda alîkariya rayedar û xêrxwazan in."