Haydar Şahin
11 Gulan 2019•Rojanekirin: 12 Gulan 2019
Li Wanê 24 hezar lire ceza li welatiyê Îranê yê ku 40 lambeyên li kuçeyan şikênand birîn.
Li gor daxuyaniya Midûriyeta Ewlekariya Bajêr di medyaya civakî û malperên xeberan da dîmen hatin weşandin ku kesek lambeyên ronîkirina kuçeyan dişkêne û li ser vê ekîbên Midûriyeta Şaxa Esayîşê û yên Midûriyeta Ewlekariya Îpekyoliyê dest bi xebatan kirin.
Polês li ser qeydên kamerayan xebitîn û tesbît kirin ku merivê 40 lambeyên kuçeyan dişkêne û zirarê dide malê dewletê O.F.T. yê welatiyê Îranê ye.
Hat ragihandin ku kesê hat binçavkirin got ku dema lambe dişikênandin serxweş bûye û hişê wî li serê wî nebûye.
O.F.T. yê şikbar piştî karûbarên li ewlekariyê sewqî dadgehê kirin û lê 24 heza lire ceza hat birîn û bi şertê kontrola edlî hat berdan.