Önder Beyter
12 Gulan 2019•Rojanekirin: 15 Gulan 2019
Li Sêrtê ribêsê ku herêmên Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê li serê çiyayên bilind hêşîn dibe û wekî mûza zozanan tê tewsîfkirin, hat ser dezgehê firoşkaran.

Abdullah Eren ku ribêsên li deverên kir û çiyayî yên Sêrtê tên berhevkirin li navenda bajêr difiroşe, diyar kir ku gel gelekî ji ribês hez dike û dikire.

Eren diyar kir ku ew ji firotana nebatê ku kîloya wê bi 10 lîreyî tê firotin kêfxweş e û wiha dewam kir, "Xelkê gundan vê nebatê li serê çiyayên bilind ên Perwarî û Eruhê berhev dike. Tama wê xweş e. Welatî jî jê hez dikin û dikirin."