Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Mustafa Şentop û endamê Lijneya Rêvebirina Navendî ya Biryarê (LRNB) Osman Can daxuyaniya Lijneya Bilind a Dadger û Dozgeran (HSYK) ya der barê guherandina rêziknameya hêzên ewlekariyê de rexne kirin.
Şentop di nirxandina xwe de diyar kir ku ev tişt di 28ê Sibatê de hat serê Tirkiyeyê.
Şentop diyar kir ku li gor rêziknameya ku 2012an de hatiye weşandin dozgerek bê hayê serdozgerekî nikare têkeve nav tevgerekê û wiha got: "Bi ya rastî HSYKyê danezana ku duh amade kiribû îro weşand. Bi tenê 13 endam tevî danezana korsan bûn. Berê bi navê leşkeran danezan diweşandin niha jî bi navê HSYKyê. Ji bo encameke siyasî divê quweta dadger û dozgeran îstismar nekin."
Şentop eşkere kir ku ji 22 endamên HSYKyê 13 habê wan danezan îmze kirine lê tu heqekî HSYKyê tuneye ku danezanê biweşîne û mirov encax dikare bi navê xwe danezanê biweşîne.
Endamê Lijneya Rêvebirina Navendî ya Biryarê Osman Can ji bo danezana HSYKyê got wek "tevgerîke siyasî" ye.