Lijneya Bilind ya Dadger û Dozgeran (HSYK) daxuyaniya niviskî da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin guherînên der barê xalên 2yemîn û 3yemîn ên Rêziknameya Esayiş a Dadî, dijî rêgezên serbestiya dadî, cihêtiya hêzan digel hukmên der barê Qanûna Muhakemeyê ya Ceza û Makezagonê de ne.
Cîgirserokê HSYKê Ahmet Hamsîcî û ji endaman Zeynep Nîlgun Hacimahmûtoglû, Zeynep Kavlak, Ûlvî Yuksel, Ziya Ozcan, Nesîbe Ozer, Huseyin Serter, Omer Koroglû, Ahmet Kaya, Îbrahîm Okûr, Bulent Çîçeklî, Teoman Gokçe û Ahmet Berberoglû daxuyaniya niviskî ya bin îmzekirî dan. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku biryara eşkerekirina guherînên der barê Rêziknameya Esayişê a Dadî û nîqaşên li ser darazê di Lijneya Giştî ya HSYKê de hatine guftûgokirin û pişt re hatiye eşkerekirin.
Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku Rêziknameya Der barê Guherînan, Rêziknameya Esayişê a Dadî de xalên 2yemîn û 3yemîn, dijî rêgezên serbestiya dadî, cihêtiya hêzan digel hukmên der barê Qanûna Muhakemeyê ya Ceza û Makezagonê de ne.
Di daxuyaniyê de wiha hat îfadekirin: "Wezîfeya HSYKê ew e ku serbestiya dadê binpê neke, ew baweriya ku bi dadê heye binpê neke û heke hebin xeletiyên dadê derxe holê û çi hewce be bike."