HEWLÊR
Parlementerê Stenbolê yê HDPê Sirri Sureyya Onder û Parlementera Xweser ya Diyarbekirê Leyla Zana, ji bo bi Serokê Herêma Kurdistana Iraqê Mesûd Barzanî re hevdîtinê bikin hatin Hewlêrê.
Nûnerê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) yê Hewlêrê Cemal Coşkun daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got: "Zana û Onder ji bo ku bi Birêz Barzanî re hevdîtinê bikin hatin Hewlêrê. Cihê hevdîtin û saeta hevdîtinê ne diyar e. Hê ji me re jî tiştek nehat gotin."
Li bendê ne ku Onder û Zana dê nameya Abdullah Ocalan teslîmî Barzanî bikin.