Bavê Şivan Perwer ê 90 salî bi salan e kurê xwe nedîtiye û bi hesret û kelecan li benda dîtina kurê xwe ye.
Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan dê di dawiya hefteyê de bê Diyarbekirê. Di çarçoveya vê serdanê de hat diyarkirin ku dê Şivan Perwer û Îbrahîm Tatlises jî di vê bernameyê de bi hev re sitranan bibêjin. Ev jî li Şanliûrfayê, li mala bavê Şivan Perwer bû sedema kêfxweşiyê.
Bavê Şivan Perwer Yûnûs Aygun li gundê Kayalika Vîranşehîra Şanliûrfayê dijî û daxuyanî da nûçegihanê AAyê. Aygun destnîşan kir ku bi kurê xwe re herî dawîn di sala 1996an de li Herêma Kurdistana Iraqa Federal hevdu dîtine.
Aygun dema ku qala kurê xwe kir xemgîn bû, dilê wî şewitî û wiha peyivî: "Bila Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan û Wezîrê Ewlehiya Civakî û Xebatê Farûk Çelîk kurê min bînin. Min bêriya Şivanê xwe kiriye. Min bihîst ku Serokwezîr wî tîne Diyarbekirê. Ez dixwazim kurê xwe bibînim, çimkî ez êdî kal im."
Aygun diyar kir ku dixwaze bila hizûr û aramî bê Tirkiyeyê û wiha got: "Ez bi kurdî diaxivim lê em di binê ala Tirk de ne. Zimanê me kurdî ye lê ez tirk im. Bila êdî dayik negrîn û aştî bê dewleta me."
Jinbava Şivan Perwer Hatîce Aygunê jî destnîşan kir ku pir bêriya wî kirine û li hêviya dîtina wî ne.