Ahmet Aydın
30 Tebax 2019•Rojanekirin: 31 Tebax 2019
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Kulliyeya Serokomariyê di resepsiyona ku bi munasebeta 30ê Tebaxê Cejna Serkeftinê de hat dayin de axivî.
Serokomar Erdogan got, "Hêzên me yên Ewlekariyê yên qehreman, ji çiyayên asê yên welêt heta qeboyên tarî yên bajêrên me, tevî şikeftên ku xwe li vedişêrin terorîstan weke ku pembo ji gwîzikê derbixin, diavêjin."
- "Çavên me di bihustek axa tu kesî de nîn e"
Erdogan got, "Çavên me ne di axa tu kesî de ye, lê tehemmula me ji wan çavên ku têkevin axa me, ji wan destê ku dirêjî mafên me bibin re, tune ye."
- "Tirkiyeyê li seranserê sînorên xwe micadele dike"
Erdogan wiha pê de çû:"Take armanca wê wê têkoşîna ku îro li Iraqê, li Sûriyeyê, li rojhilatê Deryaya Spî û çar aliyê erdnîgariya xwe em didin, di serî de bergiriya mafê Tirkiyeyê û li tanişt wê jî temînkirina asayişa gelên dost û bira ye. Tirkiyeyê li seranserê sînorên xwe micadele dike, hinek bi devê terorîstan û hêzên li pişt wan jî dixwazin tewşê lê bidin."