İbrahim Atmaca
24 Nîsan 2016•Rojanekirin: 25 Nîsan 2016
SALAHADDÎN (AA) - Hat ragihandin ku li Xurmatuya navçeya Salahaddîna Iraqê di navbera Heşda Şabî û Pêşmergeyan da perçûn derket û 2 Pêşmerge mirin.
Li gor agahiya ku nûçegihanê AAYê ji hêzên ewlehiyê hildan, li navenda navçeyê ji şevê din va di navbera herdu aliyan da rageşî hebû û paşê pevçûn derket. Di pevçûnê da du Pêşmerge hatin kuştin.
Ji ber talûkeya ku li navçeyê pevçûnê dewam bikin û zêdetir bibin, Rêvebiriya Herêma Kurdistana Iraqê hêz teqwiyeyî Xurmatuyê kir.
Hat gotin ku rageşiya navbera Heşda Şabî û Pêşmerge dewam dike û pevçûn jî di nav kolanan da berbelav bûye.
Di navbera her du hêzan da di berfanbara 2015an da rageşî derketibû gelek kes miribûn, gelek kargeh û malan zirar dîtibûn.
Berpirsê PDKê yê Xurmatuyê Farûq Ahmed daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got: "Duh bi şev dereng bi bombeyan va êrîşî nivîsgeha Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) ya li Xurmatuyê kirin û pevçûn derket. Di pevçûnan da Alîkarê Fermandarê Tugaya 5em Albay Sîrvan Rahmallah û pêşmergeyek hatin kuştin û 5 pêşmerge birîndar bûn. Li navçeyê rewşa ewlehiyê pir baş nîne û heke pêşî lê neyê girtin, dibe ku di nav kolanan da pevçûn dest pê bike."
Ahmed diyar kir, Heşda Şabiyê ji bajarê Diyalayê û ji bajaroka Amirliyê hêzên teqwiye şandine Xurmatuyê.