Türkan Tosun
19 Gulan 2019•Rojanekirin: 20 Gulan 2019
Li Sariqamîşa navçeya Qersê cesedê keçika 3 salî Nurcan Sadeyê ya ku li derva dileyîst û winda bibû, hat dîtin.
Ji bo Nurcan Sadeya ku di 12ê gulanê da winda bibû li gundê Orteqeleyê xebatên lêgerînê di heman rojê da hatibûn destpêkirin.
Îro ber destê sibê tîmên Cendirmeyan a Lêgerîn û Xilaskirinê (JAK), yên Xilaskirinê ya Medîkal a Neteweyî (UMKE), ên Midûriya Rewşa Acil û Afatê ya Bajêr (AFAD), tîma xozneberan a Midûriya Ewlehiya Bajêr a Artvînê bi hev ra dîsa dest bi xebatan kirin.
Kûçikê teqîbê yê Fermandariya Cendirmeyên Bajêr jî di xebatan da hat bikaranîn.
Cesedê Nurcana biçûk ji hêla tîmên Cendirmeyan a Lêgerîn û Xilaskirinê (JAK) li devê çem di nav avê da hat dîtin.
Hat gotin cesedê wê 4 kîlomêtro dûrî gund li cihê ku berê etega wê lê hatibû dîtin, hat dîtin.
Li der û dorê tevdîrên ewlehiyê hatin dîtin.
- Bûyer
Li Orteqeleya gundê Sariqamîşa navçeya Qersê Nurcan Sadeya 3 salî di 12ê gulanê da dema li ber malê dilîst winda bûbû. Ji bo ku bê dîtin 8 roj bûn xebatên lêgerînê dihatin kirin. Di lêgerînê da etega wê 4 kîlomêtre li dûrî gund hatibû dîtin, solên wê jî 15 kîlomêtre li dûrî heman çemî hatibûn dîtin.