Erdogan got ku ez wisa bawer im ku dê di 10ê tebaxê de Canîk ew qas li min xwedî derkeve ku dê bi rayên xwe sîndoqê tije bikin û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Ji ber ku ev ezmûneke ne wisa ye ku mirov hînê wê bûne. Li Tirkiyeyê yekem car e ku serokomar bi dengê gel bê hilbijartin. Berê niha an parlementeran ew hildibijart an jî bi lêferzkirinan dihatin kirin. Lêbelê niha lêferzkirin filan tuneye, gel heye. Digel gel nikarin bibin îqtidar divê êdî vê yekê bizanibin. Gel rê û rêgeha me diyar dike. Em nîha jî bi we re dimeşin."
Erdogan bi bîr xist ku Mûstafa Kemal Ataturk jî şerê rizgariyê li Samsûnê da destpêkirin û da zanîn ku wî bi xwe jî pêngava xwe ya ewilîn li Samsûnê avêt.
Erdogan axaftina xwe wiha berdewam kir: "Di me de ciyawazî tuneye. Ji ber ku Xwedê afirandiye em ji hemû mexlûqan hez dikin. Me kurd, tirk, laz, çerkez, gurcî, ebaza, boşnak û roman li Tirkiyeyê çi hebe ji hemûyan hez kir. Ji ber ku li ba me mirov hene. Ew Xwedayê ku min afirand, we jî afirand, ji ber wî hez dikim. Cudahiya me ya ji wan ên din jî ev e. Di wan de hesasiyeteke bi vî awayî tuneye. Yek radibe kurdperestiya siyasal dike, ê din radibe tirkperestiya siyasal dike. Nexêr em îqtidara 77 milyonan in. Me di van 12 salan de hemû hilbijartinên ku em beşdar bûnê, bi dest xistin. Em di her heşt hilbijartinan de jî bi serkeftineke mezin derketin. Çima? ji ber ku em partiya komeke lokal a etnîk nînin. Ji ber ku em partiya 77 milyonan in, li 81 bajaran em hene. Hûn lê dinêrin yek jî radibe û dibêje ku "ez partiya rîkelan im". Ew bi xwe vê yekê dibêje. Ew jî li rîkelan ma, nekarî ku pêş de bikeve. Çima? Ji ber ku gelê min guh nade tiştên wisa. Dibêjin ku "Hewceyiya min bi îqtidareke ku dê xizmetê bide min heye" ev yek jî îqtidara AK Partiyê ye û li me xwedî derketin. Vaye em di 12 salan de li ku hatin li ku. Îxracata me 36 milyar bû, niha îxracata me derketiye 156 milyar dolaran. dahata neteweyî 230 milyar dolar bû, lêbelê hemd ji Xwedê re ku niha 820 milyar dolar e. Ev yek ji nişka ve çênebûn."
-Li Tekkekoyê jî axivî
Erdogan piştî bernameya xwe ya li Canîkliyê li Tekkekoyê jî bangî welatiyan kir û wiha axivî: "Înşallah heke di 1ê tebaxê de gelê me, me ji bo serokomariyê guncav bibîne, înşallah dê maweya serokomariya me di nav hişyariya berpirsyariyê de derbas bibe û dê ji yên din gelek cuda be. Ji ber ku em meqama serokomariyê wekî meqama em tenê rûnên, bêhna xwe bidin, hevdîtinên dîplomatîk ên navneteweyî bikin nabînin."