HAKKARÎ
Li Geverê nanfiroşxaneyek ji bo ku zêdetir bala bikiran bikêşe û ber û bereketa Remezanê her roj zerekî çaryek dike nav nanekî û difiroşe. Piştî ku ev yek hate bihîstin hejmara bikirên nanfiroşxaneyê bû du qat. Li ber deriyê wê welatî li pey hev rêz dibin û her wiha dîmenekî xweş derdikeve.
Xwediyê nanfiroşxaneyê Bayram Işik ji eleqeya bikiran memnun e û dibêje me ji bo di meha Remezanê de dîmenên xweş derkevin, dest bi tiştekî wiha kir.