TBMM
Di Lijneya Giştî ya TBMMê de hevdîtinên ji bo Pêşniyaza Qanûna der barê Guherînên Hin Qanûn û Qerarnameyên Hikmê Qanûnê de, didome.
AK Partî, CHP û MHPyê ji bo zêdekirina mehaniyên gundparêzan pêşnûmayeke hevpar dan. Pêşnûma hat pejirandin. Gundparêzên gundan yên ku 55 saliya xwe temam kirine û teqawid bûne, mehaniyên ku ji hêla Saziya Ewlehî ya Civakî dide, distînin. Li gor pêşnûmayê ev mehanî hatin zêdekirin.
Li gor vê yekê mehaniya herî kêm ji 383,96 lîreyan derket 652,72 lîreyan, mehaniya herî zêde jî ji 614,33 lîreyan derket 883,10 lîreyî.
Partiyên siyasî yên di parlementoyê de ji bo zêdekirina mehaniya mixtaran pêşnûmayeke hevpar dan.
Pêşnûma hat pejirandin. 460, 75 lîreyên ku mixtarên gund û taxan distandin li gor pêşnûmayê bi destura Lijneya Wezîran ev mehanî heya 875 lîreyan dê derkeve.