İbrahim Atmaca,Önder Beyter
27 Nîsan 2017•Rojanekirin: 27 Nîsan 2017
ANKARA
Alîkarê Serokwezîr Numan Kurtulmuş ragihand, ji bo ku kanalên TRTê ji nû va werin vesazkirin xebat dewam dikin û got ku divê TRT Kurdî û TRT Erebî pir werin xurtkirin.
Kurtulmuş li TGRT Xeberê ser rojevê axivî û pirs bersivandin.
Kurtulmuş li ser bibîrxistina ku Ertugrul Kurkçuyê HDPyî û Filîz Kerestecîoglu Demira HDPyî di Meclisa Parlamenter a Konseya Ewropayê da li eleyhê Tirkiyeyê ray avêtin, wiha got:
"Bi rastî jî ev rewşeke wisa ye ku wê nikaribin vê rewşê îzah bikin. Li Tirkiyeyê dijayetiya îqtidarê tiştekî siyasî ye, lê dijmintiya Tirkiyeyê tiştekî din e. Ev bi awayekî eşkere, dijmintiya Tirkiyeyê ye, dijmintiya 80 milyon kesî ye. Li dijî pêşeroj, dîrok, kevneşop û hebûna îro, hedefên xurt ên Tirkiyeyê dijmintî ye."
Kurtulmuş li ser pirsa operasyona esmanî ya ku Hêzên Çekdar ên Tirkiyê li derveyî sînor kir, wiha got:
"Beriya vê operasyonê hemû layenên eleqedar hatine agahdarkirin. Ji Emrîka, Rûsya, Rêveberiya Herêmî ya Bakurê Iraqê û hevpeymana dijî DEAŞê ra agahî hatiye dayîn. Tirkiyeyê di çarçoveya berevaniya rewa da û herwiha li ser bingehê hiqûqa navneteweyî ev operasyon pêk anîne. Geşedanên li vir, yên li bakurê Sûriyeyê û yên li bakurê Iraqê bona Emrîka û Rûsyayê rûdanên pir dûr in. Ev geşedan tu tehdîdeke xwe li ser ewlekariya neteweyî ya van herdu welatan tune. Lêbelê têkilbûna Tirkiyeyê ji ber ewlekariya wê ya neteweyî ye. Ji ber hindê Tirkiye bi vî awayî hem sînorên xwe ji rêxistinên terorî paqij dike û hem jî ewlekariya xwe ya neteweyî bicih tînin. Ev mafekî meşrû ye."
Kurtulmuş bal kişand ku emilandina vî mafî wê li ser peywendiyên Tirkiyeyê yên digel Emrîka û Rûsyayê bandoreke xwe ye neyênî çênebe û wiha got, "Me ji xwe gelek carî li civata navneteweyî ji layenên eleqedar ra nêrîna xwe eşkere kir ku divê unsûrên PYD-YPGyê ji vê qadê bên dûrxistin."
Kurtulmuş herwiha ragihand ku xebata jinûva sazkirina qanalên TRTyê berdewam e û herwiha bandora TRT Kurdî û ya TRT Erebî divê bê xurtkirin.