Serokê Giştî yê Memûr-Senê Ahmet Gundogdû got: "Bi tewahî derbe kirêt in. Derbeya postmodern a 28ê Sibatê jî bi vê kirêtiya xwe ket dîrokê. Aktorên derbê yên digotin "dê hezar salî bidome" kolanên tê de tank diajotin de niha diçin pêşberî dozger. Niha kiryarên vê derbeya derdikevin pêşberî dozger. Ez vê yekê ji bo welatê me, miletê me û dadê wek firsendek dibînim."
Gundogdû di daxuyaniya li ber Dadgeha Ankarayê hat kirin diyar kir ku ji ber ev bo welêt û sendîkayê zirare em mudaxilê dozê bûn.
Gundogdû got: "Em wek rêxistinekê li dijî hemû derbeyan in. Hemû derbe wek a ku me zirar jê dîtiye, tenê mafê perwedehî û xebatê ji dest me negirt. Her wiha xeyal û îdealên nifşên ku nû digihêjin jî tune dike. Her derbe wek mafê perwerdê, mafê jiyaneke bitendurist jî ji me distîne. Bi tewahî derbe kirêt in."
Gundogdû îdia kir ku, di wê serdemê de wesayeta leşkerî hat darizandin lê dest nedane şaxa medya, siyaset û akademiyê.
Gundogdû di dawiyê de daxuyand ku, divê êdî em ji vê qanûna bingehîn a milîtarîst xwe bifilitînin.