ANKARA
Alîkarê Serokwezîr Beşîr Atalay der barê pêvajoya çareseriyê de axivî û wiha got: "Ew ê dereng nekeve. Em ê havînê rêya xwe kifş bikin."
Atalay di civîna çapemeniyê de pirsên rojnamevanan bersivand. Ji Atalay pirsîn ku rê û rêzika pêvajoya çareseriyê dê kîngê bê eşkerekirin, li ser vê Atalay diyar kir ku di Remezanê li ser rê û rêzika pêvajoya çareseriyê zehf xebitîn. Atalay destnîşan kir, qanûna ku der barê mijarê de ji Meclisê derket û gava herî mezin e û wiha axivî:
"Di vê mijarê de me hem ji aliyan hem ji herêmê hem jî ji qada navneteweyî rexneyên erênî hildan. Mixalefetê jî piştgirî da vê qanûnê û ji sedî 80yî raya meclisê ve derket. Em ji ber vê piştgirêyê gelekî kêfxweş bûn. Hejmara xalan hindik e lê belê qanûn zehf berfireh in. Em di bin vê qanûnê de rêya xwe kifş dikin. Di rojnameyan de hin şîrove tên weşandin. Di vê mijarê de me bi xwe tu agahî an daxuyanî nedaye. Rê û rêzika me hê neqediyaye û em li ser dixebitin. Dema ku biqede em ê pêşiyê di meclisê de paşê jî di nav welatiyan de eşkere bikin. Rê û rêzika nû yê hê jî baş eşkere bibe û xuya bike. Ji bo pêvajoyê wextên teqez dê eşkere bibin. Ev xebateke wiha ye. Di pêvajoya de ji vê şûnde em ê bi rihetî pêşiya xwe bibînin înşaellah."
- "Meriv dibê qey li wir eyd e."
Atalay bi bîr xist ku beşdarî mitîngên Namzedê Serokomariyê û Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan ên li Wan û Mêrdînê bûye û wiha got: "Meriv dibê qey li wir eyd e."
Atalay diyar kir ku li wir, di civînên ku bi nûnerên saziyên civata sivîl re kir de dit ku hevîyek heye û wiha axivî:
"Ji beriya qanûnê zêdetir hevîdarî û bendewarî heye. Êdî em nikarin ji vê rê vegerin. Ev qanûneke wisa ne ku êdî her kes mecbûr e ku li gor vê di nav tevgeran de be. Ev biryara parlementoyê û dewletê ye. Êdî ji îro şûnde em ê hê zêdetir şa bibin. Barekî giran li ser milê me ye. Divê em hê zêdetir û baştir bixebitin."
Li ser pirseke der barê pêvajoya çareseriyê de Atalay wiha got: "Ew ê dereng nekeve. Em ê havînê rêya xwe kifş bikin."