29 Mijdar 2015•Rojanekirin: 29 Mijdar 2015
ANKARA
Serokatiya Rêveberiya Rewşa Acîl û Afatê (AFAD) ragihand ku di erdheja Meletiyê da zarokek bi sivikî birîndar bû û 5 malan gelekî û 3 yan jî bi kêmî zerer jê dît.
Di daxuyaniya AFADê da hat destnîşankirin ku li Hekîmhana navçeya Meletiyê, 29ê mijdarê, seat 02:28an da, erdhejeke bi lerza 5.0 qewimî. Di erdhejê da ji ber ketina dîwarekî li taxa Karatepeya Hekîmhanê, zarokek bi sivîkî birîndar bû. Herwiha li gundê Dûrsûnlûyê 5 malan gelekî û li gundê Kocaozuyê jî 3 malan bi kêmî zerer jê dît.
Li gorî daxuniyên ekîbên AFADê yên li Meletiyê û yekîneyên din yên dewrûberê navçeyê, di erdhejê da tu kes nemiriye.
Hat ragihandin jî ku AFAD li herêmê bûyerê dişopîne.