MALATYA
Rûa el-Yûsifa 12 salî ya ku ji ber şerê navxweyî yê Sûriyeyê reviyaye û eniya Serokwezîr Davutoglu maç kir, got ku ew Serokwezîr "wekî bavekî dibîne."
Yûsifa ku beşdarî bernameya sala 5emîn a Midûriyeta Afat û Rewşa Acil (AFAD) ya li Enqereyê hat lidarxistin bû; ji bo diyariya ku Serokwezîr Ahmet Davutoglu da wê, eniya Davutoglu maç kir. Yûsifê hestên xwe bi nûçegihanê AAyê re parve kir.
Yûsifê got ku di çarçoveya bernameyê de li Enqereyê Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîr Ahmet Davutoglu nas kir û wiha axivî: "Min Serokwezîr wekî bavekî dît. Ji bo ku bavê hemû kesan e min xwest ku eniya wî maç bikim. Ew jî zehf bextewar bû. Gelê sûriyeyê ji bo ku wî zehf alîkarî da wan ji Serokwezîr hez dikin. Dixwazim cardin wan bibînim. Bavê me çawa bi me re eleqeder dibe, ew jî wisa bi me re eleqeder bûn."
-"Dixwazim bibim bijîşk û nexweşan derman bikim"
Yûsifê got ku ew digel 3 xwiş û birayên xwe dijî, diya wê di şerê navxweyî yê Sûriyeyê de mir û bavê wê jî li Şamê di şer de ye.
Yûsifê got ku bavê wê bi wan re zehf eleqedar dibû û wiha dewam kir: "Dema ku bavê min ji kar dihat, li ber derî min ew pêşwazî dikir û eniya wî maç dikir. Lê di şer de êrîşî gundê me jî kirin. Diya min em şandin cem bapîra min. Me zehf bêriya dê û bavê xwe kiriye."
Rûa el-Yûsifê got ku ew li Tirkiyeyê dixwînin û wiha dewam kir: "Em ji Tirkiyeyê pir hez dikin. Çanda li vir, me li Sûriyeyê nedîtibû, çandeke we ya xweş heye. Em li vir bextewar in; lê dîsa jî em dixwazin vegerin welatê xwe û carinan bên Tirkiyeyê ziyaret bikin. Dixwazim bibim bijîşk û birîndaran derman bikim. Sûriye welatê me ye, em dixwazin vegerin welatê xwe."
-"Min herî zêde bêriya bavê xwe kir"
Birayê Rûayê Mihemed el-Yûsif jî got: "Ji bo ez hatim Enqereyê bextewar im. Bi me re zehf eleqedar bûn. Lê diya min mir. Bavê min hê jî di şer de ye. Min herî zêde bêriya bavê xwe kir."