Yusuf Soykan Bal
14 Hezîran 2023•Rojanekirin: 15 Hezîran 2023
ANKARA (AA) - Li Keçîorena navçeya Enqereyê piştî barana gur rê tep bû.
Piştî barana li bajêr bariya li Kuçeya Çelebî ya Taxa Basinevlerê rêya nû asfalt rijandibûnê û dîwarê îstinatê tep bûn.
Ji ber rê ya tep bû ceyrana hin avahiyan çû. Qederekî ax kete otoparka li jêra rê.
Ahmet Turkê niştecihê taxê got ku li rêya tep bû da xebata asfaltkirinê dihat kirin û piştî demekî qelş çêbûn.
Turk got êvarê dema li malê bû deng bihîst û li ser vê derket derva û got ku "Baraneke gelekî gur hebû. Dengê teqînê hat. Paşê me lê nêrî dîwarê îstinatê hilweşiyabû. Ceyrana me û ya avahiya hemberî me çû."
Ekîbên îtfaiye û polêsan li kolanê û jêra rê tevdîrên ewlehiyê hildan.