VAN
Erdheja di 23yê Cotmeha 2011an de bi tundiya 7.2 çêbû de gelek xanî hilweşiyan. Apartmana Safayê jî yek ji van xaniyan bû. Di vê apartmanê de Emel û Ozgur Subaşiay û Hanim Yavaş çûn bir rehma xwedê. Xizmên Emel û Ozgur Subaşiay û Hanim Yavaşê doza tazmînatê li xwediyê apartmanê li Nezîr Baş vekirin. Doz li mehkema Wanê dewam dikir. Encama dozê kifş bû û xwediyê apartmanê 684 hezar lîre ceza xwar.
Parêzerê gazindekeran Mustafa Aladag, daxuyaniya da nûçegihanê AAyê û got ku ev biryar piştî erdhejê ji bo hiqûqa tazmînatê biryara ewil e û ji bo emsalbûna dozên din jî girînge e.