Di navbera Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê de, "Peymana Metna Lihevkirina Diyalogê ya Serbestiya Wîzeyê û Paşve Qebûlkirinê" hat îmzekirin.
Wezîrê Karên Hundir Ahmet Davûtoglû û Komsera Karên Hundir ya Yekîtiya Ewropayê Cecîlîa Malmstromê, li Ankara Palasê, "Peymana Metna Lihevkirina Diyalogê ya Serbestiya Wîzeyê û Paşve Qebûlkirinê" îmze kir.
Davûtoglû, piştî merasima îmzekirina peymanê axivî û got ku Tirkiye him ji hêla dîrokî him jî ji hêla erdnîgariyê ve perçeyeke parzemîna Ewropayê ye û wiha dewam kir: "Em gihiştin asteke dîrokî. Hêvî dikim ku ev peyman ji bo Tirkiye û YEyê bi xêr be. Bi saya vê peymanê dê gelê Ewropa û Tirkiyeyê hev du zêdetir nas bike û zêdetir bikevin nav têkiliyê.
Davûtoglû, spasiyên xwe pêşkêşî Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan, wezîr û burokratên piştgirî dan pêvajoyê kirin û wiha pê de çû: "Niha li pêşiya me sê gav hene. Gava yekemîn şoreşa psîkolojîk ya dê ji îro pê de dest pê bike ye. Gava duyemîn jî dê di nav 3, 3 û nîv salan de têkilî zêde bibin. Gava herî girîng ya sêyemîn jî ew e ku gelê Tirkiyeyê û Ewropayê dê bibin yek."