Li navçeya Sûrûçê ji bo bikaranîna kurdên sûriyeyî yên ku xwe sipartin Tirkiyeyê hemam hat amadekirin.
Arîkariyên ji bo kurdên sûriyeyê yên ku ji ber pevçûnên li welatê xwe reviyan û xwe sipartin Tirkiyeyê, berdewam dikin.
Şaredariya Mezin a Şanliûrfayê jî bi qasî 10 roj beriya niha ji bo hewceyiya paqijiya kurdên sûriyeyî yên ku xwe sipartin Tirkiyeyê hemameke ku êdî nayê bikaranîn a li navçeyê temîr kir.
Hemam ev demek dirêj bû ku nedihate bikaranîn û bi arîkariya karkerên şaredariyê di nav du rojan de tadîlata wê hat kirin. Hemamê dê di nav çend rojan de pêşkeşî xizmeta penaberên sûriyeyî bikin.
Berpirsyarê Karên Civakî yê Şaredariya Mezin a Şanliûrfayê Omer Farûk Sezer daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê. Sezer got ku şaredarî digel arîkariyên xwe yên melzemeyên xwarinê yên li xebatên xwe yên ji bo hijeynê jî berdewam dike.
Sezer got ku hewceyiya penaberên li navçeyê bi paqijiyê heye û diyar kir plan dikin ku tekane hemama navçeyê ya ku êdî nayê bikaranîn, ji bo penaberan bê amade bikin.
Sezer got plan dikin ku hemam rojane xizmetê bide 500 penaberî.
Xwediyê hemamê Vahît Kaplan jî da zanîn ku ji bo mêvanên li navçeyê bikarin hewceyiyên xwe pêk bînin, hemam da xizmeta şaredariyê.