DIYARBAKIR
Li Diyarbakirê komek BDPyî ji bo bi zimanê zikmakî perwerde bê kirin, meşiyan û daxuyanî dan çapemeniyê.
Koma ku li ber avahiya Serokatiya Bajêr ya BDPê ya Diyarbakirê kom bûn ku di nav wan de saziyên sivîl jî hebûn, xwestin heta Qeymeqamtiya Baglarê bimeşin.
Destûrmendê ewlehiyê xwest ku kesên rûpoş ji komê werin veqetandin û diyar kirin ku heke ku vê nekin destûrê nadin meşê û wiha got: "Hûn çawa dibêjin bila bi ya we be. Ez ji bo xatirê pêvajoyê dixwazim hûn vê yekê çareser bikin. Tu eleqeya vê bi ziman re tuneye, di nav me de jî ji sedî 40 kurd in. Em kurmancî dizanin û em dirûşmeyên cihêxwaz fêm dikin."
Kom heta Qeymeqamtiya Baglarê meşiya û daxuyanî da çapemeniyê. Nûnerê Kurdî-Derê Sabahattîn Gultekîn got ku zarokên bi zimanê dayikê perwerde dibin di jiyanê xwe ya peşerojê de hêj serkeftî dibin û ev yek bi xebatên zanistî jî hatiye îsbatkirin.
Serokê Bajêr yê BDPyê Zubeyde Zumrutê ji got ku welatekî ku lê bi zimanê zikmakî perwerde tunebe, li wê derê behsa demokrasiyê nayê kirin. Ji bo bi zimanê zikmakî perwerde bê kirin di 16ê îlonê de em zarokên xwe jî naşînin dibistanan û em ê boykot bikin.
Piştî axaftinan Serokê Bajêr yê BDPyê Zubeyde Zumrutê, îmzeyên hatibûn komkirin ji bo teslîmî Midûriyeta Perwerdehiya Neteweyî bike, çû midûriyeta bajêr.